IraqNûçeRojhilatanavin

Muqteda Sedr: Em tam piştgiriyê didin serokwezîrtiya Ebdulmehdî

Muqteda Sedr serokê tevgera sedrê û alîgirê hevalbendiya hilbijartina Saiûrênê ya Iraqê bal kişand ser piştgiriya tam ji Adil Ebdulmehdî serokwezîrê nû yê vî welatî û ragahnd ku vê hevalbendiyê dê tu wezîrek xwe li kabûan dewletê tinebe.

 Li gorî rapora Al-Alamê, Muqtedar Sedr roja pêncşemiyê li twîtera xwe de spasiya alîkariya Ayetulah Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê olî yê Iraqê bo hilbijartinê kir û  pesna  Ebdulmehdî da û nivîsî:  Kesayetiyekî serbixwe dûr ji her cure şik û gumana gendeliyê bo posta serokwezîrtiyê hat bijartin.

Sedrê di vê twîterê de her wiha got: Ji serokwezîr re hatiye raghandin ku  bila kabîna dewletê bêyî her cure zextekê û bêyî par û pişkên  firqeyî yan  etnîkî  hilbijêre û dewleta nû ya Iraqê salekê moleta wê heye ku bo bi serûberkirina rewşê bixebite.

Berhem Salih serokkomarê nû yê Iraqê sêşemiyê şevê bi fermî Adil Ebdulmehdî kir berpirsê  pêkanîna  kabîna nû ya vî welatî.

Başa dön tuşu