IraqNûçeRojhilatanavin

Muqteda Sedr ferman da hêzên xwe ku paşde vekişin

Piştî teqînên bikuj li Bexdayê ku grûpa terorîstî ya DAIŞê berpirsiyariya wan girt istûyê xwe, Muqteda Sedr fermana vekişynana hêzên xwe ji hin navçeyên paytexta Iraqê da.

Li gorî rapora Reutersê, yek ji alîkarên Muqteda Sedr roja çarşemiyê li vê barê got ku Muqteda sedr fermana xwedûrkirina ji şerê çekdariyê tev hêzên ewlehiyê yên Iraqê daye .

Çekdarên ser bi tevgera Sedrê pêştir bona protestokirina nekêrhatîbûna dewleta navendî ya Iraqê bona rawestana li ber êrişên terorîstî yên DAIŞê li bajaroka Sedrê û pênc navçeyên şîenişîn ên Bexdayê bi cih bibûn.

Teqînên bikuj ên vê dawiyê li Bexdayê bû sedema zêdebûna zextan ser Heyder Ebadî, serokwezîrê Iarqê bo çareserkirina qeyrana siyasî li vî welatî ku piştî biryara bo guhertina wezîrên kabînê derketibû.

Ev krîza bû sedema tehtîlbûna civînên parlemanê û rawestana hin xebatên dewletê û xweşbûna rewşê bo opesyonên teqînê ji aliyê DAIŞê.

Tenê li roja sêşemiyê li encama sê teqînên terorîstî li Bexdayê herîkêm 77 kes hatin kuştin û 140 kes jî birîndar bûn ku wek êrişên terorîstî yên herî giran ên îsal hatiye nirxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu