NûçeRojhilatanavinYemen

Mûşeka Zilzala 2 bo ser cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li Teizê hat avêtin

Hêzên yemenî wek bersiva êrîş û destdirêjiyên Erebistanê li ser vî welatî, cihê kombûna kirêghirtiyên siûdî li navçeya Meqnebeyê li aprêzgeha Teizê li başûrê rojavaya Yemenê bi mûşeka Balestîk a Zilzala 2 dane ber êrîşê.

Li gorî rapora ropja Duşemê ya Kanala Televîziyoniya Al Alamê, Hêzên yemenî ragihandin: Ji ber avêtina vê mûşekê hejmareka kirêgirtiyên siûdî li Meqnebeyê hatin kuştin û birîndar bûn.

Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê êvara dh anku yekşemê jî mûşekeka navînmenzîl a Balestîk avêtin ser bajarokê pêşeyî yê Cîzanê li başûrê Erebistanê.

Li vî halî gulleavêjên artêşa Yemenê li navçeya Meqnebeyê karî heşt kes ji kirêgirtiyên artêşa siûdî bikujin.

Hêêzn yemenî her wiha karîn ku pêşdaçûna artêşa siûdî û kirêgirtiyên ser bi wê ber bi navçeya Cebel MBC’yê li Cîzana Erebistanê rawestînin û gellek ziyan û xisarên canî û çekdarî li wan xînin.

Yekîneya topxane ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê jî bi topxaneyê cihê kombûna çekdarên siûdî li navçeya Husn Ul Hemadê li Necrana Erebistanê bikin armanca êrîşên xwe.

Erebistanê ji 26ê Adara sala 2015an va li çarçova hevpeymaniyeka pêkhatî ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi alîkarî û çiraya kesk a Azmerîkayê êrîşin berfireh li dijî Yemenê dest pê kirin da ku bi biyoniya vegerandina Evde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê îstiîfakirî û destjiakrkişandî yê vî welatî- ser desthilatê, armanc û zêdexwziyên xwe yên siyasî bigihîne encamê.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî bi dest bixin.

Başa dön tuşu