ÎranNûçeRojhilatanavin

Mûşekên Xedîr, Sicîl û Xuremşehrê li bereberê berhemanînê ne

Wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ê Îranê got: Heta dawiya salê (sala 1395`an a koça tavî) sê berhemên bingehîn li warê mûşekî ku wê hêza bergiriyê çend beranber bikin, tên berhemanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a  xwendekarên Îranê, serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan wezîrê berevaniyê yê Îranê bi boneya Heftiya Berevaniya Pîroz îro anku yekşemiyê bi amadebûna li civîna eşkere û vekirî ya meclisa şêwraya îslamî  her viha got: Ev sê mûşek (Mûşekên Xedîr bi ardûya hişk a dûrmenzîl, mûşeka Sicîlê bi ardûya hişk a dûrmenzîl û mûşeka Xuremşehrê) bi diqeta lêketina zêde dê werin nimandin.

Serdar sertîp Dêhqan got: Li warê bergiriyê tenha hêmana ku em berê xwe nadin wê, berhemanîna çekên tevkujiyê ye ku li vî warî da Komara Îslamî ya Îranê ti mafek qebûl nekirye û wê qebûl neke jî.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê got: Li warê mûşekên Kroz û Balistîk ên bi ardûya hişk û şilikî û mûşekên berevaniya hewayî ji hêla berhemanîn, lêkolîn û plandarêştinê, Komara Îslamî ya Îranê gihîştiye asteke şiyanê ku dikare her dûrtî û diqetê bi her asta wêrankirinê û bi her diqeta lêketinê li mûşekên xwe plan darijîne.

Serdar sertîp Dêhqan hêvî kir ku li pêşerojê mûşekên Balistîk ên erd bi erd bi awayekî bin ku bikarin li ciyên herî dûr li hedefên nav deryayê bikevin.

Li gorî gotina wezîrê berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê, xetê berhemanîna mûşeka Zolfeqarê ku mûşeka bi ardûya hişk e û li nuxteyê dikeve, dê bikeve ber destê hêzên çekdar. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu