NûçeRojhilatanavinSûriye

Derketina terorîstan ji bajarê Zemîra Sûriyê destpê bû

Piştî derketina koma terorîstî ya Ceyş Ul-Îslamê ji bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilata Şamê û azadkirina vî bajarî bi destê artêşa Sûriyê, derketian hejmarek ji endamên vê koma terorîstî ji bajarê Zemîrê jî destpê bû.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, li gorî hevhatina  navbera dewleta Sûriyê û koma terorîstî ya Ceyş Ul-Îslamê, nêzîkî hezar terorîst piştî radestkirina çekên xwe dê ji bajarê Zemîrê berê xwe bidine Cerablusê li bakurê rojhilata Helebê li bakurê Sûriyê.

Radestkrina çekên terorîstan jî destpê bûye û heya niha 60 terorîstan çekên xwe radest kirine.

Kesên çekdar jî yên ku naxwazin  ji bajêr derkevin, tevlî aşitiya neteweyî dibin û vedigerin jiyana asayî.

Piştî derketina  terorîstan ji Zemîrê, saziyên qanûnî û dezgehên  îdarî yên Sûriyê karê xwe li vî bajarî destpê dikin.

Başa dön tuşu