ÎranNûçeRojhilatanavin

Mersima xatirxwestin û nasandina serokên berê û nû yên radyo û televîzyona Îranê

Mersima xatirxwestin û nasandina serokên berê û nû yên radyo û televîzyona Îranê hat li dar xistin.

Ebdulelî Elîeskerî serokê nû yê Rêxistina radyo û televîzyonê roja sêşemiyê piştî wergirtina hukimê seroktiya xwe ji Hucetulîslam seyd Haşim Resûlî Mehelatî, nunerê weliyê feqîh li binyada mesken a Inqilaba Îslamî, rêxistina radyo û televîzyonê ji bo nizama Komara Îslamî ya Îranê pir giring û stratejîk da zanîn û got : li dinyaya hevrikiya medyayê û peywendiyan, kesên ku medyayê bihêz hene li meydana hevrikiyê serketîtir in.Elîeskerî spasiya zehmetiyên serokê berê yê radyo û televîzyonê kir û got :Propagendeya medyayê rojava li dijî gel, ciwanan û malbatên îranî, curektolhildana ji gelê mezin û berxwedêr ê Îranê bûye û dayîna bersiva van propagendeyan ser milê radyo û televîzyonê ye.

Muhemed Serefraz, serokê berê yê radyo û televîzyonê jî bal kişand ser kiryarên cihhatî û kêşeyên vê rêxistinê û got:kiryarên radyo û televîzyonê, radûkirina nivşa nû ya setelaytan û rawestana li ber asta tesîra telefonên mobayl û pêngavhilanîna li riya aboriya berxwedanê bûye.

Li dewama vê mersimê Muhemed Exgerî alîkarê rêxistina radyo û televîzyonê li beşa dervey sînoran li axiftinekê hewldanên welatên rojava û erebî li dijî Îranê nîşana bandora kanalên dervey sînorê da zanîn û got : Avakirina liv û tevgera medyayê ya serbixwe li gelek welatan ji wan serketinên Rêxistina radyo û televîzyonê ye.

Exgerî spasiya hewldanên berdewam ên Muhemed Serefraz serokê berê yê Rêxistina radyo û televzîyonê kir û got: Beşa dervey sînorî zimanê zelal ê inqilaba Îslamî ya Îranê ye û rojbirojê serketinên wê li asta cîhanê zêde dibe.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî çarşemiyê li hukmekê îstifaya Muhemed Serefraz û spasiya hewldanên inqlabî û erzişî yên wî qebûl kir û Ebdulelî Elîesgerî wek serokê Rêxistina radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê kivş kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu