Lêkolê zanîngeha Prînstonê û endamê berê yê koma muzakirekirê navokî ya Îranê got: Welatên blûka rojhilatê berpirsiyariyên xwe li warê rêketina navokî cih tînin.
Seyd Huseyn Mûsewiyan, lêkolê zanîngeha Prînstonê û endamê berê yê koma muzakirekirê navokî li meqaleyekê nivîsî: Rûsiye, Çîn û Hindistan tu yek hizûreke eskerî ya bi dijminatî li sînorên Îranê tinene li peywedniyên dualî û navçeyî li Komara Îslamî ya Îranê wek şirîkeke siyasî-ewlehiyê-aborî dinêrin, Îranê li warê rawestana li ber terorîzmê, hevkarekî bi hêz dizanin û bi siyaseta Emerîkayê dijberiyê dikin û rola rewa û asayî a Îranê li navçê qeûl dikin û pê re hevkariyê dikin.
Lêkolê zanîngeha Prînstonê û endamê berê yê koma muzakirekirê navokî yê Îranê destnîşan kir: Rêketina navokî rewşek pêk anî ku dikarî alûgurek li peywedniyên neyînî 40 salên buhurî yên Îran û Rojava pêk anî. Ji ber ku yekim car bû ku Îran û Emerîka rasterast li asta bilind li bara yek ji mijarên bêtifaqiyê muzakire û gotûbêj kirin lê serokkoomarê Emerîka ser tewsiya Nêtanyahû û zexta Erebistanê, bi awayekî yekalî ji hevhatinê derket û biryarnama Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê binpê kir.
Dîplomatê berê yê Îranê got:Dewleta Emerîkayê bi cihanîna siyaseta boykotê ji xwe tenahî û geşatiya aborî ya Îranê kiriye hedef û bi hemî zirûfa xwe li hember cih û şûna navçeyî ya Îranê li halê rawestanê ye ku ev mijara bûye sedem ku li Îranê li bara Emerîkayê bêbaweriya tam û tekûz çê bibe.