NûçeRojhilatanavin

Dewama xwenîşandana xelkê Behrêynê bo piştgirîya ji Şêx Îsa Qasim

Xelkê Behrêynê, şeva buhurî (înî) li hin navçeyên vî welatî bona nîşandayîna hevgirtîbûna xwe bi Şêx Îsa Qasim, rêberê şîeyên vî welatî û zîndaniyên siyasî re xenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, rûnîştiyên du bajarokên Dumistan û Kerzekanê bi lidarxistina xwenîşandanekê li kolanên van bajarokan, nerizamendiya xwe li hember siyasetên Rejîma Alê Xelîfe nîşan dan.

Di eynî demê de xwenîşandaneka wek wê jî bî nîşana hevgirtina bi Şêx Îsa Qasim û zîndaniyên siyasî li Şehrekan, Ebû Sîbei û El Şaxurê, hate lidarxistin.

Leşkerên rejîma Alê Xelîfê, herwiha duh bi bicihbûna li derdora mizgevta Îmam Sadiq (s) li navçeya dorpêçbûyî ya Derazê, pêşiya lidarxistina nimêja îniyê ya şîeyan girtin.

Rejîma Alê Xelîfe bi istandina mafê welatîbûnê û herwiha mehkemekirina Şêx Îsa Qasim, rêberê şîeyên Behrêynê, ji Hezîrana sala 2016`an ve navçeya Derazê, cihê mayîna vî alimê olî dorpêç kiriye û nahêle ku şîe li vê navçeyê nimêja îniyê bikin.

Behrêyn ji 14`ê Sibata 2011`an va bûye qada înqilaba gelanî ya dijî Rejîma Alê Xelîfê. Xelkê Behrêynê azadî, pêkhatina dadê û jinavçûna newekheviyê û serdestbûna nizameka bijarde li welatê xwe dizxwezin.

Başa dön tuşu