IraqNûçeRojhilatanavin
Mûsilê bi temamî di 3 hefteyan de ji destê DAIŞê tê rizgarkirin

Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El- Ganimî ragehand, tevahiya Mûsilê dê berî bidawiya meha Gulanê ji destê DAIŞê were rizgarkirin.
Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El-Ganimî ji rojnemaya “El-Sabah” re ragihand ku, tevahiya Mûsilê dê di nav 3 hefteyan de ji destê DAIŞê bê rizgarkirin û bajarê Mûsilê dê azad bibe.
Li gor zanyariyên hêzên Iraqî hîn dora 200 ta 300 çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê ne, piraniya wan çekdarên biyanî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)