CîhanNûçeRojhilatanavin

Musilmanên bakorê Fînlenda dê pitrî 23 Satan bi rojî bin

Li Bakorê Welatê Fînlenda, şev bi tenê pêncî û pênc xuleke û Musilmanên wî Welatî, dê pitrî ji bîst û sê demjimêran bi Rojî bin.
Rojnameya Îndîpêndit ya Brîtanî belavkirîye, li pitrîya Welatên dikevne nêzîka Cemserê Bakor, Roj bi dirêjahîya bîst û çar demjimêra berzenabe û li Bakorê Fînlenda jî, şev bi tenê 55 xulekin û bi vî rengî jî, Musilmanên wî Welatî dê bîst û sê demjimêr û pênc xulekan bi Rojî bin.
Herwesa Musilmanên Welatê Ayislend dê bîst û êk demjimêran bi Rojî bin û yên Welatê Nerwic jî, dê nozde demjimêran bi rojî bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu