RojhilatanavinAborîEwropaÎran

Muxber: Peymana gazê ya Îran û Rûsyayê dê xizmeta hemû herêmê bike

Serokomarê bi wekalet yê Îranê dibêje, yadaştnameya lihevtêgihiştinê ku pêştir di navbera wî welatî û Rûsiyê de li ser veguhestina muhtemel a gaza Rûsî bo Komara Islamî ya Îranê hatiye îmzekirin, di xizmeta berjewendiyên hemû navçê de ye.

Muhammed Moxber îro Çarşemê bi telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî.

Muxber got: “Pêkanîna [ihtimal] pêkanîna plana veguhestina gaza Rûsî bo Îranê ne tenê di berjewendiya aborî ya her du welatan de ye, lê di heman demê de ji bo berjewendiya tevahiya herêmê jî dê xizmet bike.”

Peymanname îro di navbera Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Owcî û nûnerê taybet ê Federasyona Rûsyayê û CEO yê şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazpromê Aleksey Mîller de hatibû îmzekirin.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu