Muzakirên aşitiyê yên Yemenê cardin bêencam bûne
Berdevkê taxima Ensarullaha Yemenê Muhemed Ebdulselam tekez kir ku muzakirên aşitiya Yemenê li Kuweytê bêencam bûne.
Berdevkê taxima Ensarullahê li muzakirên Yemenê, Muhemed Ebdulselam roja çarşemiyê li gotûbêja bi kanala nûçan a El-Meyadînê bal kişand ser vê yekê ku Erebistan li pêvajoya muzakirên aşitiya Yemenê mudaxilê dike û tekez kir ku ev muzakire bêencam bûne.
Ebdulselam destnîşan kir ku taxima Senayê rêçara siasyî ku şerta wê beşdariya Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê yemenê li desthilatê be qebûl nake.
Serokê taxima Ensarullaha Yemenê li muzakiran got ger Erebistanê xwetêkiliyên xwe li muzakirên jibo çareserkirina qeyranê bidomîne hêzên yemenî jî ser hevhatinên cihhatî nasekinin. Malpera nûçan a El-Ehdê jî li bara qewimîna teqînekê li navendeke ewlehiyê li navça şêx Usmanê li bajarê başûrê Edenê agahî da.
Li encama van teqînan çar kes ji hêzên ewlehiyê yên Yemenê hatin kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)