NûçeRojhilatanavinYemen

Muzakirên aşitiyê yên Yemenê cardin bêencam bûne

Berdevkê taxima Ensarullaha Yemenê Muhemed Ebdulselam tekez kir ku muzakirên aşitiya Yemenê li Kuweytê bêencam bûne.

 Berdevkê taxima  Ensarullahê li muzakirên Yemenê, Muhemed Ebdulselam roja çarşemiyê li gotûbêja  bi kanala  nûçan a El-Meyadînê bal kişand ser vê yekê ku  Erebistan  li pêvajoya muzakirên aşitiya Yemenê mudaxilê dike û tekez kir ku ev muzakire bêencam bûne.

Ebdulselam destnîşan kir ku taxima  Senayê rêçara siasyî ku şerta wê beşdariya Ebd Rebê Mensûr  Hadî serokkomarê îstifakirî yê yemenê li desthilatê be qebûl nake.

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê li muzakiran got  ger Erebistanê xwetêkiliyên xwe li muzakirên  jibo çareserkirina qeyranê bidomîne hêzên yemenî jî ser hevhatinên cihhatî nasekinin. Malpera nûçan a El-Ehdê jî li bara qewimîna  teqînekê li navendeke  ewlehiyê li navça şêx Usmanê li bajarê başûrê Edenê agahî da.

Li encama van teqînan çar kes ji hêzên ewlehiyê yên Yemenê hatin kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu