Muzakirên hecê yên Îranê û Erebistanê hin nemaye bigihêje bigihêjin encamê û heya niha hevhatinên baş tev aliyê siûdî cih hatine
Hucetulîslam welmuslimîn seyd Elî Qazî Esker, nunerê weliyê feqîh li karûbarên hec û ziyaretê yê Îranê roja duşemê diyar kir: heke bîr û rayên Komara îslamî ya Îranê li gişt mijaran bên cîbicîkirin û bibe sedema hevhatinnameya hecê dê ev mesela ji xelkê re were ragihandin.
Qazî Esker hêvî kir: LI gorhevhatinên cihhatî rewş jibo lidarxistina mersima hecê ya aram û bi şerafet û pêkan xweş bibe.
Îran û Erebistan pêştir sê dewreyên muzakirê li rojên 23 û 24 Sibata buhurî û 1 Adara îsal li dar xistine.
Erebistana siûdî par ji ber hegerên pûç nehişt ku ziyaretkirên hin welatên Îslamî ji wan Îran û Sûriye li rê û resma hecê beşdar bibin.
Siûdiyan li halekê pêşiya şandina ziyaretkirên îranî bo heca îbrahîmî girtin ku bi hezaran ziyaretkir ji wan 464 ziyaretkirên îranî cejna Qurbanê sala 2015an li halê cihanîna rê û resma hecê li welatê Minayê ji ber bêteybîrî û bêferasetiya berpirsên Alê Siûd canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)