ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Muzakirên hecê yên Îranê û Erebistanê hin nemaye bigihêje bigihêjin encamê û heya niha hevhatinên baş tev aliyê siûdî cih hatine

Hucetulîslam welmuslimîn seyd Elî Qazî Esker, nunerê weliyê feqîh li karûbarên hec û ziyaretê yê Îranê roja duşemê diyar kir: heke bîr û rayên Komara îslamî ya Îranê li gişt mijaran bên cîbicîkirin û bibe sedema  hevhatinnameya  hecê dê  ev mesela ji xelkê re were ragihandin.

Qazî Esker hêvî kir: LI gorhevhatinên cihhatî rewş jibo lidarxistina  mersima hecê ya aram û bi şerafet û pêkan xweş bibe.

Îran û Erebistan pêştir sê dewreyên muzakirê li rojên 23 û 24 Sibata buhurî û 1 Adara îsal li dar xistine.

Erebistana siûdî par ji ber hegerên pûç nehişt ku  ziyaretkirên hin welatên Îslamî ji wan Îran û Sûriye li rê û resma hecê beşdar bibin.

Siûdiyan li halekê pêşiya şandina  ziyaretkirên îranî bo heca îbrahîmî girtin ku bi hezaran ziyaretkir ji wan 464 ziyaretkirên îranî cejna Qurbanê sala  2015an  li  halê cihanîna  rê û resma  hecê li welatê Minayê ji ber bêteybîrî û bêferasetiya  berpirsên Alê Siûd canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu