AborîCîhanEwropaNûçe

Muzakirên ticarî navbera Çîn û Emerîkayê asteng bûne

Wezareta bazirganiya Çînê ragahnd ku li hember zext û zorên herî zêde yên dewleta Emerîayê ku bi armanca neçarkirina Pikenê bo girêdana peymana ticarî bi Waşengtonê re cih tê, dê teslîm nebe.

 Li gorî rapora Xîn Hawayê ji Pikenê, Gao Feng, berdevkê Wezareta Bazirganiya Çînê roja pêncşemiyê li civînakeke rojnamevaniyê li Pikenê teqez kir ku Çîn li meselên giring û bingehîn dê tu puenê nede Emerîkayê.

Berdevkê Wezareta Bazirganiya Çînê her wiha li bersiva pirsekê li bara gotinên vê dawiyê yên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ku bawer e Çînê berpirsiyariyên xwe bin pê kirine û teqez kir heta dema ku pirsgirêkên du welatan li bara hemî meselan neyên çareserkirin dê tu hevhatinek neyê îmzekirin. 

Muzakirên ticarî navbera Çîn û Emerîkayê ji meha buhurî ve asteng bûne.

 Emerîkayê Çîn tawanbar kiriye ku li hin meselên giring ji wan parastina xwedaniya  menewî berpirsiyariyên xwe cih neanîne.

Başa dön tuşu