NûçeÎranRojhilatanavin

“Nabe ku mijara pêşketina zanistî û derbasbûna ji sînorên zanistê ji bîr bibe”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê da tekez kir: Mijara pêşketina zanistî û derbasbûna ji sînorên zanistê nabe ku ji bîr bibe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro di hevdîtina bi endamên Konseya Navendî ya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê da, Encumenên Îslamî wek darayîyên Komara Îslamî û xwedî memûriyetên taybet zanîn û tekez kir: Mayîna li ser helwêsta xwe, bandordanîna li hawîrdora xwe û ronkirina gotina nû ya Komara Îslamî ji kiryarên pêwîst ên Encumenên Îslamî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da tevî bibîranîna rehmetî hucet ul-îslam Dr. Êjêyî ji damezirînerên Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê, çalakiya xortên xwendekar û xwedî nêrînên nû û guherînxwaz wek xenîmet zanî.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Encumenên Îslamî bi du armancên xurtkirina bingehên fikrî û baweriya endaman bixwe û bandordanîna li hawîrdorê pêk hat; lê Encumenên Îslamî li derveyî welêt memûriyeteke din jî hene ku danasîna fikirîna bingehîn û navendî ya Komara Îslamî ye.

Wî şirovekirina esl û prensîbên Komara Îslamî ya Îranê, ji wan peywend û têkiliya navbera Îslamiyet û Cumhuriyetê esasî zanî û got: Gotina nû ya Komara Îslamî ya Îranê ev e ku di avakirina hikûmetekê da, ji bilî bandora gel, eslên dînî û baweriyê jî bibandor in.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî meseleya zanist û pêşketina zanistî wek gotina nasyar a welêt di salên vê dawiyê da hesiband û tevî sipasiya ji lidarxistina komcivîna zanistî li civîna niha ya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê, got: Meseleya pêşketina zanistî û derbasbûna ji sînorên zanistê nabe ku ji bîr bibe û wisa were sêwirandin ku berçavgirtina aliyên dînî û înqilabî dibe sebeb ku em ji pêşketinên zanistî xafil bimînin.

Başa dön tuşu