NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: Binaxkirina Sûriyê daxwaz û mirazê welatên piştgirê terorîzmê ye

Beşar Ceferî Nûnerê Sûriyê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên duşemê şev li civîna Konseya Ewlehiya vê saziyê ku bona lêkolîna ser biryarnama pêşniyarkirê ya welatên Niyozîlend, Spaniya û Misrê li bara agirbesa yek hefteyî li Helebê birê ket , Amerîka, Fransa û Ingilîzê wekî sê tifingdarên piştgîrên terorîzmê daye zanîn û got: Çawa ku ew dixwazin Sûriyê di bin kelefe û wêraniyên wê bikin bin axê, wisa jî lê digerin vê belayê bînin serê welatên wek Iraq, Yemen, Lîbya û Filistînê.  lê bila Amerîka, Ingilîz û Fransa bizanin ku nifirên netewên cîhanê wê dîwana bike.

Ceferî destnîşan kir; Tirkiye, Qeter û Erebistan jî hem piştevaniya terorîstên nav axa Sûriyê dikin û hem jî pê derxistina daxûyaniyên curbicur û birêxistina civînên bi dû hev li piştevaniya ji terorîstan, karek kirine ku Rêxistiya Netewên Yekgirtî ji riya sereke ya xwe ku dabînkirina ewlehî û aşitiya cîhanî ye dûr bikeve û roja îro ev saziya bûye ciyê berevaniya hindek ji welatan ji terorîstên nav axa Sûriyê, piştevaniya ji terorîstan û rewaca terorîzmê li cîhanê.

Ceferî herwisa got: Dewama piştevaniya Amerîka, Ingilîz, Fransa, Tirkiye, Qeter û Erebistanê ji terorîstan, qet tu ciyekê bona ecêbmayînê nahêle ku terorîstên wekî Can ê ingilîzî, Ebûmere yê Fransî, Ebûhirêyreyê Amerîkî, Ebûmiqdadê Tirkiyeyî, Ebdullah El-Mehîseniyê Erebistanî, Ebû Ebdulrehmanê Kanadayî û dehan terorîstên din ji aliyê welatên hanê bibin namzedê standina xelata Nobêlê.

Wî bal kişande ser viya ku li nav Helebê terorîst ji xelkê sivîl wekî mertala mirovî istifade dikin û destnîşan kir; rizgarkirina nêzîkî sedhezar sivîlên Helebê ji wan rizgarkirina bi dehan hezar zarokên helebî bi destê artêşa Sûriyê ti caran  di nav bernama welatên ku piştevaniya terorîstan dikin, nebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu