AsyaCîhanIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

The Guardian: Bi sedan çekdarên DAIŞê derbasî Tirkiyê dibin

Hat îdiakirin ku bi sedan cîhadîstên ji DAIŞê veqetiyane ji bo revê li bajarê Idlibê yê ser sînorê Tirkiyeyê dipên. Di rojnameya The Guardianê de hat îdiakirin ku bi dehan ji van cîhadîstan di nava hefteyên dawiyê de derbasî Tirkiyeyê bûne.

Li gorî îdiayê piraniya van cîhadîstên biyanî yên reviyane Idlibê, hêvî dikin ku di ser Tirkiyeyê birevin û vegerin malên xwe. Ligel vê yekê di nûçeya The Guardianê de hat îdiakirin ku di van hefteyên dawiyê de “çend dozîne cîhadîstên berê derbasî başûrê Tirkiyeyê bûne.”

Li gorî ragihandina malpera rojnameya Dûwarê di nûçeya ku The Guardianê li ser navê Martin Chulov weşand de ev tişt hatin îdiakirin: “Bi sedan cîhadîstên berê yên ji nav DAIŞê reviyane, li bajarê Idlib yê Sûriyeyê kom bûn. Gelek kesên ji van plan dikin ku di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojhilata Navîn, Efrîqaya Bakur û Ewropayê bibin.”
Herwisa li gorî îdiayê di van hefteyên dawiyê de li beramberî ewqas kontrol û bergiriyê jî çend dozîne cîhadîstên berê sînor derbas kiriye û çûne noqteyeke li başûrê Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniyên welatiyekî Erebistana Siûdî, ku di dawiya meha Tebaxê de ji Sûriyeyê reviyabû, nêzikî 300 endamên berê yê DAIŞê hatine cihekî ku li bakurê Idlibê di bin kontrola El Nûsrayê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu