NûçeFilistînRojhilatanavin

Hejmara şehîdên Xezeyê derket 28 hezar û 473 yan

Çavkaniyên pizîşkî îro Sêşemê ragihandin ku hejmara kuştiyên êrişên dagirkeriya Israîlî li ser zîvala Gazayê ji 7`ê cotmehê heta niha gihîştiye 28 hezar û 473 şehîdan û 68 hezar û 146 kes jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku di nava 24 saetên borî de hêzên dagirker li zîvala Gazayê 16 komkujî pêk anîne û di encamê de 133 şehîd û 162 jî birîndar bûne.

Di vê navberê de, bi hezaran qurbanî di bin xirbeyan û li ser rêyan de mane, ji ber ku dagirkerî nahêle ekîbên ambûlans û berevaniya sivîl xwe bigihînin wan.

Başa dön tuşu