NûçeFilistînRojhilatanavin

Nakokî di kabîneya cengê ya Tel Avîvê de herî zêde bûye

Nakokî û bêtifaqî di Konseya cengê a Rejîma siyonîst de pir zêde bûne.

Medyaya navxweyî li Tel Avîvê piştrast kirine ku nakokiya di Civata cengê ya Îsraîlê de herî zêde bûye û Netanyahu wekî serokwezîr û Gantz wekî endamê kabîneya cengê kêm caran bi hev re diaxivin.

Gadî Ayzenkot Parlamenterê Kênesetê  biryarên Netanyahu yên der barê tîma muzakere ya peymana veguhertina girtiyan de rexne kirine û tîma Netanyahu di vî warî de lawaz dizane.Me’arivê jî ragihandiye ku li gorî rapirsiyekê, herî kêm sedî 45ê Îsraîlî dijberê biryara Netanyahu ya neşandina şanda muzakireker bo Qahîreyê ne.Duh li Telavîv şehedê xwenîşandana malbatên girtîyên Îsraîlî bû û hin xwepêşander jî cadeyên ber bi avahiyên hikûmetê girtin û bajaroknişînên siyonîst li dijî kabîne û bi taybetî Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst slogan avêtin.

Başa dön tuşu