NûçeRojhilatanavinSûriye

Nakokî û pevçûn ket navbera komên têrorîst ên li Sûrîyê

Bi dû dewama serketinên artêşa Sûrîyê li hemberî têrorîstan, çavkanîyên nûçan ragihandin ku nakokî û pevçûn ketîye navbera komên têrorîst ên li rojavaya parêzgeha Helebê û parêzgeha Idlibê li bakûr û bakûra rojavaya Sûrîyê.

Li gorî rapora malpera el- Yewm el-Sabi, di navbera endamên koma têrorîst a Cebhetunusrê û endamên komên çekdar ên bin sîvana Ahrar ul Şamê da pevçûn derket ku her du alîyan sîlehên giran û nîvgiran li hemberî hev bikar anîn.

Ev pevçûn wê demê derket ku koma têrorîst a Cebhetunusrê baregehên koma têrorîst a Ahrar ul Şamê li Idlibê û rojavaya Helbê dan ber topan ku di encamê da hejmarek sivîl hatin kuştinê.

Di van rojên dawîyê da raporên curbicur li bara pevçûn û kakokîya di navbera komên têrorîst li deverên curbicur ên Sûrîyê tên weşandinê. Di encama pevçûna di navbera koma têrorîst a Feyleq Rehman û têrorîstên DAIŞ`ê li derdora Şam paytexta Sûrîyê da, hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu