AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Bi hezaran DAIŞî derbasî Tirkiyeyê bûn

Li gorî agahiyên di destê Iraqê de ne, hejmarek girîng ya terorîstên DAIŞê,derbasî Tirkiyeyê bûne û hîn jî gelek ji wan hewl didin ku derbas bibin.Balyozê Iraqê yê li Enqereyê Hişam Elî Ekber Brahîmî el Elewî, diyar kir ku wan di vê mijarê de hin agahî daye sîxuriya Tirkiyeyê.

Balyoz Elewî diyar kir ku,  sîxuriya Iraq û Tirkiyeyê yên ku dema serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ya Bexdayê de hatin ba hev, li ser mijara hevkariya li dijî DAIŞê li hev kirin.

Li gorî agahiyê rojnameya Hurriyetê, Elewî hejmara DAIŞiyan wekî bi hezaran eşkere kiriye û gotiye ku behtirê wan ji bajarên Musûl û Telafer derbasî Tirkiyeyê dibin.

Elewî di dewama axaftina xwe de got: ‘Di mijara jihevcudakirina DAIŞî û şêniyên Mûsilê ên ku ji ber operasyonan, bajêr diterikînin de hevkariya sîxurî ya herdu welatan gelekî girîng e. Lewra DAIŞ, bo ewlehiya neteweyî ya herdu welatan xetereyek mezin e.’ Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê yên tirk, di hevdîtina ku li Bexdayê hate kirin de li ser mijarên wekî têkoşîna li dijî terorê, pêşvebirina têkiliyan û  hevkariyê hatin axaftin û lihevkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu