NûçeRojhilatanavinSûriye

Nama nerizamendiyê ya wezîrê derve yê Sûriyê bo Sek. giştî yê NY û serokê Konseya Ewlekariyê

Wezareta Karên derve ya Sûriyê ji Sek. giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û ji serokê Konseya Ewlekariyê ya vê rêxistinê rename şand û ew agahdar kirin ku hin welatên rojavayê û hevgirtî û hogirên wan li navçê rexne li Sûriyê dikin ku bi vî awayî piştgiriyê ji terorîstan dike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) îro li raporekê de ragihand ku li nama wezareta karên derve ya Sûriyê hatiye diyarkirin ku welatên wekî Fransa, Brîtanya, Amerîka û hevgirtiyên wan ên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeter li rewşa vê demê de li NY û Konseya Ewlekariyê rexneyên tund û zalimane ji Şamê dikin ku hedefa wan ji vê yekê girtina pêşiya hilweşyana grûpên terorîstî li Heleb û deverên din ên Sûriyê ye.

Li gor vê namê gotin û daxuyaniyên hin rayedarên NY li çarçova piştgiriya ji terorîstan û pînekirina kar û kiryarên welatên rojavayê tên nirxandin ku hewl didin vê saziyê bona hedefên xwe bikin darê destê xwe.

Sûriyê li dewamê de xwestiye ew welatên rojavayê ku bi alîkariya malî û sîlahî bo terorîstan bûne sedema qirkirina xelkê bê guneh ji wan jin û zarokên sûrî wein sizakirin.

Başa dön tuşu