Berdevkê komîsyona ewlehiya neteweî ya parlemana Îranê got: Nama wezîrê karên derve yê Îranê bo berpirsa siyaseta derve ya YE wek berteka li hember bêsoziya welatên rojavayê ye.
Li gorî rapora roja îniyê ya ajansa meclîsa Îranê, seyd Huseyn Neqewî Huseynî berdevkê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser nama di navbera Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve ya Îranê û Federîka Mogêrîniyê berpirsa siyaseta derve ya YE li bara bêsoziyên Emerîkayê derheq cihanîna rêketinnama navokî û got : Him di belgeya rêketinnama navokî û him jî di pêşnumaya meclîsa Îranê li bara kiryara dualî û pêkan jibo cihanîna rêketinnama navokî, hin rêçare jibo rawestana li ber bêsoziya aliyê welatên 5+1ê hatine berçavgirtinê.
Seyd Huseyn Neqewî Huseynî destnîşan kir: Li gor belgeya rêketinama navokî û pêşnumaya meclisa Îranê dikarin li hember bêsoziyên Emerîkayê li riya cihanîna hevhatinnama navokî tev bigerin ku şandina nameyê bo berpirsa siyaseta derve ya YE yek ji wan kiryaran e.
Wî tekez kir: Divê Îran mesela bêsoziya Emerîkayê ji hêla hiqûqî û siyasî bişopîne ku berevaniya mafên xwe bike.
Rêketinnama navokî çilla 2016`an navbera Îranê û koma 5+1ê cih hat.
Emerîka berûvajiya berpirsiyariyên xwe li rêketinnama navokî, bi caran ser riya cihhatina rêketinnama navokî û destpêkirina hevkariyên navneteweyî bi Îranê re astengî derxistine.
Li kiryara li dijî îranî ya Emerîkayê, nunerên meclisa Sinaya Emerîkayê roja pênşemiyê dengê erê dane boykotên nû yên li dijî Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)