FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Nameya qedirzanîya serokê polîtboroya HAMAS`ê ji bo İmam Elî Xamaneî

Serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) li nameyekê ji bo hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, qedrê wî ji ber rênimûnîyan û qedrê gelê Îranê ji ber piştgirîyên ji Tevgera Berxwedanê girt.

Ismayîl henîye li vê nameyê bal kişand ser ber û layên komploya mezin a zorbêjên cîhanê l idijî Qudsê û gelê Fiilstînê bi armanca sernixûnkirina Xezê wek kelaya berxwedanê û kutakirina têkoşîna li hemberî rêjîma dagirkir û asayîkirina peywendîyên hikimdarên kirêgirtî yên navçê digel wê û pêgirî kir: Emê bi intifaza bicoş a gelanî li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û Qudsê, bi destûr û alîkarîya Xwedê komploya taxûtê serdemê (Trump) û hikimdarên birêxistina bêtifaqîyê li paytextên dûr û nêzîk yên ji bo kutakirina meseleya Filistînê pûç bikin.

Serokê polîtboroya HAMAS`ê, li dewama vê nameyê silavên fermande û têkoşerên Tevgera HAMAS`ê û hemî gelê Filistînê pêşkêşî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî û gelê Îranê kirin û îranî wek gelên resen ku li welatekî ewleh û aram, berxwedêr û dijberê zorbêjan dijîn, bi bîr anîn.

Henîye ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst ji hêla Amerîkayê ve pêngavek di çarçova rakirina berbendan ser rêka hikimdarên navçê ji bo hevpeymanîya erebî-israîlî û jiçekkirina berxwedanê de zanî û ji rêberê giranqedir ê inqilabê re got: “ Min bawerîyeke kûr li rola mezin a cenabê te li birêvebirina Komara Islamî û fermandeyên bawermend ên wê ji bo sekinîna li hemberî proja kutakirina meseleya Filistînê û herwiha gotinên cenabê te ji bo rabûna ometê û dûrketina ji kendalê ku hikimdarê bêtifaqî, durûtî û komployê ji bo meşandina ber bi wê va hewil didin, heye.

Serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) “rabûna gelanî li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û Qudsê“ wek rêya pûçkirina komploya niha ya li dijî Filistînê û meseleya Qudsê zanî û got: Em ê bi pişkdarîya gelê me yê li nav û derve piştgirîyê bidin vê biryarê ta ku biryara taxûtê serdemê (Trump) têkildarî komployeke mezin ku li paytextên dûr û nêzîk ji bo kutakirina meseleya Filistînê nemaze sembola dînî ya wê ango Qudsê hatîye darêştin, were pûçkirinê û bi destûr  û alîkarîya Xwedê em tu wexta rê nadin ev komploya serêxwe bigire.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu