Nameya Şamê bo NY li bara destdirêjiyên Tirkiyê

Wezareta karên derve ya Sûriyê ji konseya ewlehiyê xwest ku berpirsiyariyên xwe li warê girtina pêşiya destdirêjiyên Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê cih bîne.
Li gorî rapora Sanayê, Wezareta karên dreve ya Sûriyê li bara destdirêjiyên bitalûke û dubarebûyî yên Tirkiyê li dijî hakimiyet û yekperçetiya erdê vî welatî du name xitabî sekreterê giştî yê NY û serokê konseya ewlehiyê ya vê rêxistinê nivîsî.
Li van du nameyan hatiye ku kiryarên Tirkiyê li çarçêva destdirêjiyên domdar ên vî welatî li dijî hikûmeta Sûriyê cih tê ku ji 5 salan berî niha ve ji riya raberkirina cureyên alîkariyên eskerî û madî û locêstîkî bo grûpên çekdar û hêsankariya derbasbûna terorîstên biyanî bo axa Sûriyê destpê bûye.
Dewleta Sûriyê li vê du nameyê ji konseya ewlehiyê xwest ku berpirsiyariyên xwe li bara parastina aşitî û ewlehiya anvneteweyî û girtina pêşiya destdirêjiyên Tirkiyê ser Sûriyê û gelê wê cîh bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)