NûçeRojhilatanavinSûriye

Nameya Şamê bo NY li bara destdirêjiyên Tirkiyê

Wezareta karên derve ya Sûriyê ji konseya ewlehiyê xwest ku berpirsiyariyên xwe li warê girtina pêşiya destdirêjiyên Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê cih bîne.

 Li gorî rapora Sanayê,  Wezareta  karên dreve ya  Sûriyê li bara destdirêjiyên bitalûke û dubarebûyî yên Tirkiyê li dijî hakimiyet û yekperçetiya  erdê vî welatî du name  xitabî sekreterê giştî yê NY û serokê konseya ewlehiyê ya vê rêxistinê nivîsî.

Li van du nameyan hatiye ku  kiryarên Tirkiyê li çarçêva  destdirêjiyên  domdar ên vî welatî li dijî hikûmeta Sûriyê cih tê ku ji 5 salan berî niha ve  ji riya  raberkirina cureyên alîkariyên eskerî û madî û locêstîkî bo grûpên  çekdar û hêsankariya derbasbûna  terorîstên biyanî bo axa Sûriyê destpê bûye.

Dewleta Sûriyê li vê du nameyê ji konseya ewlehiyê xwest ku berpirsiyariyên  xwe li bara parastina  aşitî û ewlehiya anvneteweyî û girtina pêşiya  destdirêjiyên Tirkiyê  ser Sûriyê û gelê wê cîh bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu