ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Nameya Zerîf bo serokê giştî yê NY li bara cinayeta Erebistanê li Senaya Yemenê

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi şandina nameyekê ji bo serokê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşa hewayiya destdirêjkerên siûdî li ser Senaya paytexta Yemenê şermezar kir.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi şandina nameyekê ji bo serokê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşa hewayiya destdirêjkerên siûdî li ser Senaya paytexta Yemenê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Xulamelî Xweşrû nûner û balyozê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY li nameyekê ji bo seokê giştî yê NY ku nameya wezîrê karên derve yê Îranê jî navda bû, ji wî xwest ku nameya Mihemedcewad Zerîf wek belgeya Konseya Ewlehiyê ya NY were tomarkirin û weşandin.

Naveroka tam a nameya doktor Mihemedcewad Zerîf bi vî awayî ye:

Birêz!

Bi vî awayî ez dixwazim hêrs û nefreta giran a dewleta Komara Islamî ya Îranê ji ber êrîşa hewayiya hovane û bitehlûke ya firokeyên şêrr ên Erebistana Siûdiyê li ser gelê ku di roja 8`ê Cotmehê da ji bo merasima şîndariyê li Senayê kom bibûn ragihînim.

Li ser esasa amara destpêkê ku birêz Cîmî Mek Goldrîk hevahengkirê karên insandostiyê yên NY ragihandîye, hejmara kuştî û birîndarên vê êrîşê nêzikî 640 kesî ye. Evê êrîşa diltezîn û hovane ku careke din sersariya tam a destdirêjkerên dijî Yemenê li bara jiyana mirovan nîşan da, mînakeke din ji hezaran babetên visa ye ku di heyama sal û nîva buhurî da bûye sebeba kuştin an birîndarkirina bi hezaran kes ji yemeniyan ji wan jin û zarokan û awaretiya zêdetir ji sê miliyon kesî û Yemen veguherandîye welatekî hejar û ber bi kavilbûnê.

Ne tenê Erebistan belkî ew ên ku ji destdirêjiya hevpeymaniya bi rêbertiya siûdiyan li dijî gelê Yemenê piştgirî kirine, berpirsên cinayeta cengî ya pêkhatî li Yemenê di heyama sal û nîva buhurî da ne û divê bersivê bidin.

Bêguman êrîşên siûdiyan li ser welatiyên sivîl û binavahî û navendên sivîl li vî welatî bêyî piştgiriya berfireh a hinek ji welatên rojavayî nepêkan in; Ev alîkarî dabînkirina çekan, hevkariyên istixbaratî, ardûgihaniya hewayî, plandarêştina hevpar û hwd digire ber xwe.

Li gorî xerabiya rewşa Yemenê û wêraniyên berfireh ji ber êrîşa vê dawiyê li ser merasima şîngêriyê li Senayê, Civata Hîva Sor a Komara Islamî ya Îranê amade ye ku alîkariyên insandosityê ji wan alîkariyên dermanî ji bo gelê Yemenê bişîne û birîndaran veguhezîne nexweşxaneyên Îranê. Têkildarî viya ji cenabê te dixwazim ku bi saya bikaranîna derfet û imkanên xwe pêdiviyên şandina firokeyeke alîkariyên insanî yên Îranê bo Senayê dabîn bikî.

Berçavgirtin û dayîna bersivê ji aliyê cenabê te, dê bibe sebeba sipasîyê.

Birêz! Ji kerema xwe rêz û silavên min bipejirîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu