ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dijayetiya xwe ji cezayên Amerîka li ser Îranê re got: Em bi wan cezayan razi ninin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dijayetiya xwe ji cezayên Amerîka li ser Îranê re ragehand û got ku, ew ne bi wan cezayan re ye.

di kongreyeke rojnamevanî de piştî civîna xwe ya heftiyan e de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand ku, hikûmeta Iraqê dijî cezayên navnetewî ye, berî niha ezmûna Iraqê jî hebû, encamên cezayan lawaz bûna milet û welatan e.

Di daxuyaniya xwe Ebadî tekez kir ku, ew ne bi cezayên Amerîka li ser Îranê re ye lê ew dê pêbend bin bi wan cezayan.

Derbarê pirsa gendeliyê Ebadî da zanîn ku, du wezîr ê pîşesazî û perwerdê radestî desteya destpakiyê bûne, tevî hejmarek ji rêveberên giştî.

Başa dön tuşu