CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Nancy Pelosi: Qesra Sipî desthilata birêxistina şêrr tineye

Seroka Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê Nancy Pelosi`yê got: Bila rawêjkarên Serokomar Donald Trump bizanibin ku bi hîç awayekî desthilata birêxistina şêrr tinene.

Seroka meclisa Parlimanteran a Amerîkayê Nancy Pelosi`yê di civîna çapemenîyê ya hefteyê de xwest ku rayedarên dewleta Amerîkayê jibo dayîna îfadeyan têkildarî plan û pêngavên xwe yên li rojavaya Asyayê li Kongirê amade bibin û dîyar kir: Hêvî dikim ku rawêjkarên Serokomarê Amerîkayê bizanibin ku bi hîç awayekî desthilata birêxistina şêrr tinene.

Seroka meclisa Parlimanteran a Amerîkayê herwiha got: Me ji rayedarên Qesra Sipî xwesîtye ku jibo dayîna îfadeyan têkildarî rewşa rojavaya Asyayê û biryarên ku dane bên Kongirê û destûra bingehîn a Amerîkayê lawaz nekin.

Pelosi`yê pêgirî kir ku ligorî berpirsîya me di destûra bingehîn da, Kongire berpirsa ragiandina şêrr e û hêvîdar im ku rawêjkarên Serokomar vê xalê bizanibin ku hîç desthilatek jibo pêngavrakirina ber bi şêrr tinene.

Başa dön tuşu