IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê bi hinceta ‘sixûrtiyê’ 32 sivîl kuştin

DAIŞê li hinek taxên rojhilatê Mûsilê bi hinceta sixûriyê 32 sivîl bidarve kirin.

Mîralayê hêza polîsên federal a Iraqê Sultan Hamudat el-Azî got, “Milîtanên DAIŞê şeva borî li rojhilatê Mûsilê li raxên Ezka, Mesarif, Ez-Zuxûr û Zanîngehê bi ser malên sivîlan de girtin. Agahî ji me re hat ku milîtanan di wê serdegirtinê de 32 kes girtin û birin cihekî nayê zayîn û ew li wê derê kuştine.” El Azî anî ziman ku ew sivîl bi hinceta ‘sixûrtiyê’ hatine kuştin.

El Azî da zanîn ku rêxistin li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwe, da ku agahiyê nedin hêzên ewlehiyê. Operasyona rizagrkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê ya ku di 17ê Cotmehê de hat destpêkirin, li herêmên cuda yên bajêr berdewam dike. Hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê jî ji hewayê piştgiriyê dide operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu