CîhanNûçeZanîstî

NASA dê pergala parastina asteroidê di 2022yan da test bike

Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) dê testa yekemîn a pergala parastina asteriodê ku armanca wê ew e ku dê di valahiya fezayê da midaxaleyî asteroidên ku îhtimal heye li Dinyayê biqelibin bike û berê wan biguherîne, di 2022yan da biceribîne.

Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya NASAyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya ceribîna ku jê ra dibêjin “Testa Averêkirina Asteroidê a Cot” (DART) da di tîrmeha 2021an da wesayîta bandora kînetîk dê bo fezayê bê şandin û ev wesayît jî dê di îlona 2022yan da li asteroidê biqelibe.

Mekûka fezayê DART ku bi destê NASAyê di çarçoveya projeyê da hat sêwirandin, dê di 2022yan da bigihêje cem cotê asteroid Didymos ku dê 11 milyon kîlometre dûrî Dinyayê be û dê li Didymos B ku di rêgeha asteroida li navendê Didymos A da digere biqelibe û herwiha dê hewl bide ku bi bandora kînetîk di rêgeha asteroidê da guhertineke ji sedî 1an ku dê di teleskopên li dinyayê da jî bixuyê, çêbike.

Di çarçoveya projeya DART ku bi hevkariya NASA û Laboratuvara Fîzîkê ya Sepanî ya Zanîngeha Johns Hopkins tê birêvabirin da ji sala 2015an vir va fealiyeta lêkolîn û çavdêriyê tê meşandin.

Armanca pergala parastina asteroidê ew e ku nehêle asteroidên nêzîk ên ku tê da madeyên jehrî hene li Dinyayê biqelibin.

Başa dön tuşu