IraqNûçeRojhilatanavin

Nasandina çend wezîrên iraqî bo parlemanê

Serokwezîrê Iraqê çend wezîrên nû bo parlemanê dan nasandin.

 Li gorî rapora malpera Someriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê navên heşt wezîrên nû da parlemanê û îro duşemiyê jî jibo beşdariya li civînê dengê baweriyê dê li parlemanê hazir bibe.

Pêştir wezîrên nift, veguhestin, avakirina rê û bajêran, binavahî, av, pêşe, karên hundir û perwerdeya bilind ku ser bi hevalbedniya Yekitiya  Neteweyî bûn îstifaya xwe ragihandin û Ebadî jî ew qebûl kir.

Îro her wiha  duwem civîna  îstizaha Xalid El-Ubeydî wezîrê berevaniyê  yê Iraqê dê were lidarxistin.

Parlemana Iraqê li halekê mesela Xalid El-Ubeydî daniye nav bernama  civîna hilkolandinê ku çavkaniyên  parlemanê hin hûrgilî li bara hukma girtina  kurê wî û du kes ji efserên  wezareta berevaniyê eşker kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu