Serokwezîrê Iraqê çend wezîrên nû bo parlemanê dan nasandin.
Li gorî rapora malpera Someriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê navên heşt wezîrên nû da parlemanê û îro duşemiyê jî jibo beşdariya li civînê dengê baweriyê dê li parlemanê hazir bibe.
Pêştir wezîrên nift, veguhestin, avakirina rê û bajêran, binavahî, av, pêşe, karên hundir û perwerdeya bilind ku ser bi hevalbedniya Yekitiya Neteweyî bûn îstifaya xwe ragihandin û Ebadî jî ew qebûl kir.
Îro her wiha duwem civîna îstizaha Xalid El-Ubeydî wezîrê berevaniyê yê Iraqê dê were lidarxistin.
Parlemana Iraqê li halekê mesela Xalid El-Ubeydî daniye nav bernama civîna hilkolandinê ku çavkaniyên parlemanê hin hûrgilî li bara hukma girtina kurê wî û du kes ji efserên wezareta berevaniyê eşker kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)