NûçeFilistînRojhilatanavin

Ciwanekî Filistînî yê ji Kefer Aqabê li bakurê Qudsê piştî dagirkeriyê gule berda serê wî şehîd bû.

Çapemeniya dagirkeriyê ragihand ku ciwanê bi navê Mihemed El-Şeham îro Duşemê li herêma Ras a bajarokê Kefer Aqab li bakurê Qudsê rastî gulebaranê hat.

Hêzên dagirker ciwanê bi navê Mihemed Şeham ji mala malbata wî ya li bajarokê Kefer Eqab a bakurê Qudsê, piştî ku di hundirê malê de gule berda serê wî, girtin.

Li gorî agahiyan, çavkaniyên herêmî yên Filistînê ragihandin ku hêzeke taybet a artêşa dagirker îro danê sibehê avêtin ser mala malbata Şaham a li bajarokê Kefer Aqabê, piştî ku gule li Mihemedê birîndar reşandin, li malê lêgerîn kirin.

Çavkaniyên herêmî amaje bi wê yekê kirin ku hêzên taybet dema vekişiyane, ciwan tevî birînên giran ên serê wî girtine.

Bavê wî ciwanî da zanîn ku kurê wî bi guleya rasterast ji serê wî ketiye û bêyî ku ambulansê bide wî, 40 deqîqeyan li malê xwîn rijandiye.

Başa dön tuşu