Çavkaniyeka eskerî li Iraqê li bara cihanîna plana nû ya ewlehiyê bona dabînkirina ewlehiya navça Kesk li navenda Bexdayê agahî da.
Li gorî rapora ISNA`yê, li gor nivîsa rojnama El-Erebî El-Cedîdê û ji zarê vê çavkaniya ewlehiyê, cihanîna plana dabînkirina ewlehiya navça Kesk û parastina wê li hember mûşek û hawanên Morter bona girtina pêşiya qewimîna her cure êrişên din destpê bûye ku ya dawiyê li nêzîkî balyozxana Emerîkayê li Bexdayê qewimî.
Çavkaniya hanê her wiha raghand: Hevahengiya bi îstên lêgeriyê yên dayim cih hatine û asta hişyariyê bi giştî zêde bûne. Ev plana di eynî demê de bin çavdêriya şexê serokwezîr de ye.
Li gorî gotina vê çavkaniyê, ev plana ku têde bi sedan kes ji hêzên ewlehiyê beşdar bûne bi tenê taybetî operasyona çavdêriyê nîne belkî hevahengî û hewldana îstixbaratî yên bêrawestan û berdewam bona naskirina her cure kirayreke bi şik digre ber xwe. Hevkariyek jî bi xelkê Bexdayê re bona rapora ser her cure liv û tevgreka bi şik heye. Helîkopterên iraqî jî operasyona çavdêriya hewayî cih tînin.
Vê çavkaniya ewlehiyê raghand: Ev plana operasyona lêgeriyê li hejmarek ji navçên rojhilata Bexdayê digre ber xwe û heya demeka nediyar ev plana cih tê.
Fermandên ewlehiyê ferman dane erkdarên geştlêdanê li hember her aliyekê ku li dijî qanûnê reftarê dikin bi micidî bisekinin. Ev plana her wiha cizakirina efseran jî digre ber xwe.
Tîma medyayî ya ewlehiyê ya Iraqê pêştir li bara avêtina mûşeka Katyûşayê bo nêzîkî balyozxana Emerîkayê li navenda navça Kesk agahî dabû.