ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Ewrûpa divê li bara rawestan an teslîmbûna li hember Emerîkayê biryarê bide

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku divê li bara rawestan an teslîmbûna li hember Emerîkayê biryarê bide û destnîşan kir: Welatên ewrûpî divê derketina Waşengtonê ji rêketina navokî bicebirînin.

 Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja bi heftînameya Almanî ya Şpîgelê ku îro hat weşandin, got: Yekitiya Ewrûpayê ger  hema wisa  li hember derketina Emerîkayê ji hevhatina navokî sersar be divê li benda dûhatên vê helwesta xwe ji aliyê Îranê ve be.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku Ewrûpa û wajokirên din ên rêketina navokî divê bi hin tivdîran, bandorên boykotên Emerîkayê dijî Îranê bêencam bikin û got: Ger Ewrûpa li hember derketina Emerîkayê ji rêketina navokî bertekê nîşan nede, hitmala zêdebûna zengînkirina uranyomê ji aliyê Îran ve heye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha muzakireya bi Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê, re red kir û destnîşan kir: Ji bo van muzakiran tu bingehek tine û tenê ger Emerîka vegere hevhatina navokî ya bi Îranê re, reng e Têhran li bara van cure muzakiran fikrê bike .

Trump, serokkomarê Amerîkayê,  bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û koma 5+1`ê  da ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketina îmza kiriye.

Kiryara yekalî ya Emerîkayê di rerwşekê de ye ku pênc  welatên din ên wajokirê rêketinama navokî û piraniya welatên cîhanê piştgirî dane vê hevhatina navneteweyî.

Hema li vê barê Îran û Ewrûayê hin gotûbêj bona parastina rêketina navokî piştî derketina Emerîka ji vê hevhatinê destpê kirine. Ewrûpa li van muzakiran berpirsiyar bû ku  pakêteke  piştiriyê li çarçoveya  rêketina navokî û bona rawestana li hember boykotên Emerîkayê dijî Îranê raberî Têhranê bike.

Komara Îslamî ya Îranê teqez kiriye ku li bendê ye pakêta raberbûyî ji aliyê welatên ewrûpî, mafên gelê Îranê ji rêketina navokî garantî bike.

Başa dön tuşu