Navça Wadî Hecerê li rojava Mûsilê hat azadkirin
Fermandehiya operasyona `Neynewa wa em tên` roja înê ragihand ku taxa Wadî Hecerê li perava rastê a bajarê Mûsilê tam ji destê DAIŞê hat azadkirin û laya Iraqê ser avahiyên wê hat bilindkirin.
li gorî rapora Someriye Newsê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê vê operasyonê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên rawestana li ber terorîzmê vê sibê karîn taxa Wadî Hecerê tam azad bikin û alaya Iraqê ser avahiyên wê bilind bikin. Li rojên buhurî taxa El-Kefaatê li perava çepê ya Mûsilê jî hat azadkirin û alaya Iraqê ser avahiyên wê hat bilindkirin. Yarullah got : Gelek xisar li terorîstên DAIŞê li vê operasyonê ket. Hêzên rawestana li ber terorîstan ku li halê şerê kolan bi kolan li rexê rastê yê Mûsilê ne niha karîne tax û gundên zav li mêhwera rojava vî bajarî ji lepên DAIŞê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)