ÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Kuştina gelê Sûriyê encama berfirehbûna ramana wehabî ye

Cîgirê karên hiqûqî û navmneteweyî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku tişta ku niha li Sûriyê diqewime encama berfirehbûna ramanên tekfîrî û wehabiyetê ye, got: Guneha kuştina zarok, jin û xelkê bêguhen ê Sûriyê li ustiyê komên wek DAIŞ û Cebheya Nusreyê û piştgirên wan e.

Cîgirê karên hiqûqî û navmneteweyî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku tişta ku niha li Sûriyê diqewime encama berfirehbûna ramanên tekfîrî û wehabiyetê ye, got: Guneha kuştina zarok, jin û xelkê bêguhen ê Sûriyê li ustiyê komên wek DAIŞ û Cebheya Nusreyê û piştgirên wan e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî Cîgirê karên hiqûqî û navmneteweyî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê, 19`ê Cotmeha 2016`an, li axaftinekê li çil û sêyemîn civîna wezîrên karên derve yên welatên endama Saziya Hevkariya Îslamî li Taşkenda Ozbekistanê, bal kişande ser pêvajoya ber bi zêdebûnê ya zêdegavî û têrorîsmê li navçeya Rojhilata Navînê û bakûrê Afrîqayê û ev yeka wek gefeke ciddî li ser cehana îslamê da zanîn û xwest ku welatên îslamî bi rasteqînî li hemberî vê diyardeyê bisekinin.

Iraqçî her viha tevî ravekiirna rewşa diltezîn û aloz a gelê Yemenê got: Dewama êrîşên berfireh li ser Yemenê derveyî isûl û qanûnên navbneteweyî ye û gerek ku were rawestandin.

Cîgirê karên hiqûqî û navmneteweyî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her viha got: Komara Îslamî ya Îranê bibawer e ku qeyrana Yemenê bi riya leşkerî va çareser nabe û tenha riya çareseriyê alîkariya ji bo pêkhatina gotûbêjê di nava yemeniyan bi xwe ye.

Cîgirê karên hiqûqî û navmneteweyî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li beşeke din a axaftina xwe bal kişande ser mijara Filistînê û got: Awaretiya zêdetir ji 5 miliyon kesî ji xelkê Filistînê, dewama siyaseta çêkirina bajarokan, cihêkariya nijadî û dagirkirina Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê ji dûhatên bitehlûke yên dagirkirina Filistînê ne ku rewşa ewlehiyê li navçeya Rojhilata Navînê xerabtir kiriye.

Iraqçî, Cîgirê karên hiqûqî û navmneteweyî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li ser vê nêrînê ye ku ti rêçareyek ji bilî vegeriyana hemî filistîniyan bo war û welatê xwe yê bav û kalan û damezirandina dewleteke serbixwe ya filistînî bi paytextiya Qudsa Pîroz tine.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu