NûçeIraqRojhilatanavin

Navçeyeke ser bi Pêncwîna Herêma Kurdistana Iraqê duh êvarê kete ber êrişa bi xwefirrê

Birêvebirê navçeya Germikê ya qezaya Bêncwînê ragihand: Duh êvarê navçeyeka nêzîkî gundên Şîvgozan û Teymzê ser bi bajaroka Germikê li qezaya Pêncwînê ya parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê kete ber êrişa xwefirrekê û hîn xisarên ji ber vê êrişê nehatine ragihandin lê li gorî agahiyên ku ji gundiyan bi dest ketine li van gundan ti kes nehatiye kuştin.

Xerîb Elî, birêvebirê navçeya Germikê ser bi qezaya Pêncwînê li parêzgeha Silêmaniyê duh şev ragihand: Di siet 5:30 xulekên êvara Çarşemiyê da xwefirrekê cihek di navbera her du gundên Şîvgozan û Teymzîyê li nêzîkî sînorî Seyranbendê li navçeya Germikê bombebaran kir. Ew cih “Barxane” tê binavkirin ku cihê xwedîkirina ajalan e û hin caran jî kolber hêstirên xwe li vê derê xwedî dikin.

Li ser xisarên vê bombebaranê, Xerîb Elî dibêje: Xelkê van du gundan ji me ra ragihandiye ku ji ber bombebaranê ti kesekî li van du gundan canê xwe ji dest nedaye û ti kes jî birîndar nebûye.

Xerîb Elî got: Li cihê ku hatiye bombebarankirin du xêvet hene û ti tevgereka çekdariyê li wir nayê kirin.

Xerîb Elî amajeyî vê yekê jî kir ku berî bombebaranê xwefirr saetekê li asmanê navçeyê gerriya û gundiyên van her du gundan ev xwefirr li 5 kîlometrîya sînorê Seyranbendê dîtiye.

Başa dön tuşu