NûçeRojhilatanavin

Navendeke bangê ya saxte ya li Hindistanê, bi sedan amerîkiyan xapand

Polêsên Hindistanê li ser îxbarê bi ser 3 cihan ve girtin û 72 kesan desteserkirin. Mufetiş Nitin Thakrey derbarê operasyonê de ji Spûtnîkê re got ji xeynî kesên desteserkirî wan banga dana îfadeyê li sedan kesan kirine.

Polêsan amaje kir ku koma saxtekar teqlîda rayedarên Saziya Dahatên Neteweyî yê DYAyê kirine  û bi vê rêyê bi sedan amerîkiyan xapandine. Koma saxtekar ji hemwelatiyên amerîkî re gotine ku bo ku cezayê bacê negrin divê hin pereyan razînin. Welatiyên amerîkî jî bo ku cezeyan negrin pereyên hewce razandine hesabê sextekaran. Gelek kes piştî demekê hay ji rewşê çêbûn û gilî li polêsan kirin. Hat ragihandin ku di encamê bi ji 6 hezaran zêdetir kes hatine xapandin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu