Navendeke çêkirina çekên kîmyewî ya DAIŞ`ê hat peydakirinê
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê şeva çûyî ragihand ku navendeke çêkirina çekên kîmyewî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê hat peydakirinê.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê şeva çûyî di daxûyanîyekê da hişyarî da ku paşmayînên DAIŞ`ê li Sûrîyê amadekarîya êrişa kîmyewî ser komên Kurd dikin ta ku bi vê rêyê Amerîkayê han bidin ku çeperên artêşa Sûrîyê bide ber bombeyan.
Têrorîstan şemîya buhurî jî bi rokêtên hilgirê gaza Kolorê êrişî deverên xelknişîn ên şarê Helebê li bakura Sûrîyê kirin.
Di encama wê êrişê de 100 welatîyên sûrî bi jehra Kolorê ketin û ji bo dermankirinê ew veguhestin nexweşxanê.
Komên têrorîst berî vîya li Xan Şêyxûn û Xûteya Rojhilatê jî êrişên kîmyewî pêk anîn û Şam berpirsê wan êrişan dan nasandinê ta ku bibe hecetek ji bo êrişa welatên rojavayî ser Sûrîyê.