ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku Cebilxanên Atomî yên Rejîma Siyonîstî gefa micid ji bo aşitî û ewlehiya cîhanê ne

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li gotinên xwe yên îro pêncşemê bal kişande ser îdiayên bê xîm û binyat ên Donald Trump serokomarê Amerîka û Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî dijî bernama aşitîxwazane ya navokî ya Îranê û got: Îsrayîlê sedan komikên navokî di nav cebilxanên xwe da hene û roja îro gefa herî mezin bona ewlehî û aşitiya navça rojhilata navîn û cîhanê tê hisab.

Qsimî destnîşan kir; Ev cure îdiayên bê xîm û binyat ji aliyê rejîmekê belav dibin ku qet pêbendî qayde û qirarên navnetewî nîne û dîrokeke dirêj li cinayeta derheq gelê Filistînê û cînarên din heye û li rapora Rêxistiya Netewan jî bicaran ev cure cinayetên vî rejîmî mehkûm bûne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir; Li gotinên Trump û Netanyahû li press konferansa hevpar a li Waşîngtonê tu babeteke nû nakeve ber çavan û her du aliyan dîsa jî ew îdiayên pûç û bê xîm û binyat dijî bernama aşitîxwazane ya navokî ya Îranê anîne ziman.

Qasimî destnîşan kir; Ev îdiayên dijî Îranê li halekê careke din dubare dibin ku Ajansa navnetewî ya Enirjiya atomê li raporên xwe bi caran ser aşitîxwazane bûna bernama navokî ya Îranê sekinîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Çek û sîlahên navokî li gor nêhrîna mezhebî û li gor fitwaya rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî ya Îranê heram e û qet van cure çekana di siyaseta eskerî ya Îranê cih tune û bê şik Îran li gor rêketina navokî û di bin çavdêriya Konseya Ewlehiyê de dê bernama aşitîxwazane ya navokî ya xwe bidomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu