Nebîh Bêrî cardinê wek serokê parlemana Lubnanê hat bijartin
Li yekim civîna parlemana nû ya Lubnanê, Nebîh Bêrî cardinê wek serokê parlemana vî welatî hat bijartin.
Li gorî rapora IRNA`yê, civîna parlemana Lubnanê ji bo bjartina serok û taxima nivîsgeha vê saziyê, îro çarşemiyê bi serokatiya Mîşêl El-Mer, nûnerê herî bi temen ê parlemanê hat lidaristin û Nebîh Bêrî bi 98 dengên Erê û 29 dengên sipî û dengekeke îbtalbûyî ji bo dewra şeşan wek serokê parlemanê hat bijartin.
Li gorî qanûnên Lubnanê, serokatiya parlemanê ser istûyê şîeyan e û serokkomarê vî welat divê xiristianiyekî maronî û serokwezîr divê sunne be.
Hilbiajrtinên parlemanî yên Lubnanê piştî rawestana 5 salî li 6 Gulana 2018` an hat lidarxistin û teklîfa 128 kursiyên parlemana vî welatî hat kivşkirin. parlemana nû îro yekim civîna xwe li dar xist.
Piştî damezrandia parlemanê serokkomarê Lubnanê şêwirîna bi fraksiyonên parlemanî ji bo nasandina serokwezîrê tê destpê bike.
Lubnan xwediyê pergaleke prlemaniyê ye. parleman serokkomari kivş dike û dewlet jî ji dilê parlemanê û li gorî pêkhateya hevalbendiyên heyî têde tê ava kirin.