LubnanNûçeRojhilatanavin

Nebîh Bêrî cardinê wek serokê parlemana Lubnanê hat bijartin

Li yekim civîna parlemana nû ya Lubnanê, Nebîh Bêrî cardinê wek serokê parlemana vî welatî hat bijartin.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  civîna parlemana Lubnanê ji bo bjartina  serok û taxima  nivîsgeha vê saziyê, îro çarşemiyê bi serokatiya Mîşêl El-Mer,  nûnerê herî bi temen ê parlemanê hat lidaristin û Nebîh Bêrî bi 98 dengên Erê û 29 dengên sipî û dengekeke îbtalbûyî ji bo dewra  şeşan wek serokê parlemanê hat bijartin.

Li gorî qanûnên Lubnanê, serokatiya parlemanê ser istûyê şîeyan e û serokkomarê vî welat divê xiristianiyekî maronî û serokwezîr divê sunne be.

Hilbiajrtinên  parlemanî yên Lubnanê piştî rawestana  5 salî li 6 Gulana 2018` an  hat lidarxistin û teklîfa 128 kursiyên  parlemana vî welatî hat kivşkirin. parlemana  nû îro yekim civîna xwe li dar xist.

Piştî damezrandia  parlemanê  serokkomarê Lubnanê şêwirîna bi  fraksiyonên  parlemanî ji bo nasandina  serokwezîrê tê destpê bike.

Lubnan xwediyê pergaleke prlemaniyê ye. parleman serokkomari kivş dike û dewlet jî ji dilê parlemanê  û li gorî pêkhateya  hevalbendiyên  heyî têde tê ava kirin.

Başa dön tuşu