ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Nebîh Berî hişyarî da ku Rejîma Siyonîstî sîstema şerî ya xwe bona destdirêjiya ser axa Libnanê amade kiriye

Serokê Parlemana Libnanê hişyarî da ku Rejîma Siyonîstî sîstema şerî ya xwe bona destdirêjiya ser axa Libnanê amade kiriye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Nebî Berî serokê Parlemana Libnanê li civîna hilbijartinî li bajarê Sûrê li başûra vî welatî got: Rejîma Îsrayîl hema veşartî xwe bona destdirêjiya ser axa Libnanê amade dike û niha sîstemên xwe yên şerî bona vê hedefa xwe amade kirine.

Serokê Parlemana Libnanê estnîşan kir: Siyonîst dixwazin destdirêjiya ser axa welatê me bikin ta ku welatê me paşda bêxin.

Mîşel Ewn serokkomarê Libnanê jî pêştir bal kişandibû ser tecrubeya şerê sala 2006 û li bara dûhatên her cure destdirêjiya ser axa Libnanê hişyarî dabû Rejîma Siyonîstî.

12 Tîrmeha sala 2006 Rejîma Siyonîstî bi hevrêtiya birek ji welatên erebî yên navçê, welatên ewrûpî û Amerîka êrişî ser axa Libnanê kir û piştî 33 rojan ji dest Hizbullaha Libnanê işkest xwar û paşda vekişya.

Başa dön tuşu