ÎranLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Nebîh Berî: “Hizbullah li Sûriyeyê nebûya, milîtanên DAIŞê dê bigihiştina Libnanê”

Serokê Meclisa Libnanê Nebîh Berî ji Sputnikê re li ser qeyrana Sûriyeyê, hevkariya Libnan û Îranê axift û got, “heta Sûriye rizgar bibe û yekîtiya axa xwe venegerîne, ev hêz(Îran û Hizbullah) dê venekişin.”

Serokê Meclisa Libnanê Berî di axiftina xwe ya li gel Sputnikê de got, “Hizbullah li Sûriyeyê nebûya, milîtanên DAIŞê dê bigihiştina Libnanê.”

Berî got, “Eger Hizbullahê ne li Sûriyeyê bûya, DAIŞ dê li vê derê li Libnanê bûya.”

Herwiha Berî diyar kir ku Libnana ku nêzîkî milyon û nîvek sûrî lê dijîn û Sûriye wek “cêwiyan” in û wiha got, “em wan sûrî) wek biyaniyan nabînin. Çi tiştê li Sûriyeyê diqewime bandorê li Libnanê dike.”

Berî got, “heta Sûriye rizgar bibe û yekîtiya axa xwe venegerîne, Îran û Hizbullah dê ji Sûriyeyê venekişin.”

Başa dön tuşu