LubnanNûçeRojhilatanavin

Nebîh Bêrrî: Yekitiya neteweyî desthata rastîn a hilbijartinên Lubnanê bû

Serokê Parlemana Lubnanê piştî ragahndina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlemanî yên vî welatî destnîşan kir: Yekitiya neteweyî, destkevt û encama rastîn a hilbijartinên parlemana Lubnanê bû ku di encama qanûna nû ya hilbijartinên vî welatî de hasil bûye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Nebîh Bêrrî roja duşemê li hevpeyvîna  bi kanala  NBN ya Lubnanê got: Ev hilbiajrtin dersek jibo me gişkan bû û divê jibo avakirina  welêt  hemî destê xwe bidin hev.

Serokê parlemana  Lubnanê got: Ji bo avakirina  dewleta tê bikevin lezê ji ber ku  jiyana bi aşitî tenê encama  hilbijartinên  parlemanî yên Lubnanê bûye.

Wî bal kişand ser vê yekê ku  tim mîna berê ser soz û qirarên  xwe be û got: Wezaretxaneya heyîtiyê ya şîeyan e.

Nebîh Bêrrî her wiha di peyamekê de ji bo xelkê Lubnanê û bi taybet xelkê başûrê vî welatî û navça Beqayê û Zahiyê, spasiya beşdariya wan li hilbiajrtinên parlemanî kir.

Serokê parlemana  Lubnanê  roja yekşemiyê piştî beşdariya li hilbijartinên  parlemanî yên welatê xwe gotibû: Ev hilbiajrtin ji xwe giştpirsiya li bara bereya berxwedanê, yekitiya neteweyî û azadkirina  erdên  dagirbûyî yên Lubnanê ye.

Hilbiajrtinên parlemanîyên Lubnanê duh 6 Gulanê hat lidarxisdtin.

Encamên ewil û nefermî yên hatine weşandinê nîşan didin ku berbijarên  berxwedanê û hevpeymanên  wan, Hizbullah û Emel karîne  26 kursî ji sercem 27 kursiyên  şîeyan li parlemanê bi dest bixin.

Başa dön tuşu