Serokê Parlemana Lubnanê piştî ragahndina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlemanî yên vî welatî destnîşan kir: Yekitiya neteweyî, destkevt û encama rastîn a hilbijartinên parlemana Lubnanê bû ku di encama qanûna nû ya hilbijartinên vî welatî de hasil bûye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Nebîh Bêrrî roja duşemê li hevpeyvîna bi kanala NBN ya Lubnanê got: Ev hilbiajrtin dersek jibo me gişkan bû û divê jibo avakirina welêt hemî destê xwe bidin hev.
Serokê parlemana Lubnanê got: Ji bo avakirina dewleta tê bikevin lezê ji ber ku jiyana bi aşitî tenê encama hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê bûye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku tim mîna berê ser soz û qirarên xwe be û got: Wezaretxaneya heyîtiyê ya şîeyan e.
Nebîh Bêrrî her wiha di peyamekê de ji bo xelkê Lubnanê û bi taybet xelkê başûrê vî welatî û navça Beqayê û Zahiyê, spasiya beşdariya wan li hilbiajrtinên parlemanî kir.
Serokê parlemana Lubnanê roja yekşemiyê piştî beşdariya li hilbijartinên parlemanî yên welatê xwe gotibû: Ev hilbiajrtin ji xwe giştpirsiya li bara bereya berxwedanê, yekitiya neteweyî û azadkirina erdên dagirbûyî yên Lubnanê ye.
Hilbiajrtinên parlemanîyên Lubnanê duh 6 Gulanê hat lidarxisdtin.
Encamên ewil û nefermî yên hatine weşandinê nîşan didin ku berbijarên berxwedanê û hevpeymanên wan, Hizbullah û Emel karîne 26 kursî ji sercem 27 kursiyên şîeyan li parlemanê bi dest bixin.